Ez rêwengîyekî bêcîh û bêwar im.
Bajar bi bajar, qonax bi qonax digerim. Lê nikarim li tu cîhan bêhna xwe
berdim.
Ez nexweşekî bêderman im. Li ser
hemû hekîm û zanayan, li ser hemû pîremêr û pîrejinan ji bo dilopek ava şîfayê
digerim.
Ez birîndarê bi derba xwe me. Êvarekê, di bin tava heyvê
de, bi gelek hestên germ û bi dilekî bitebat, min bi destê xwe birîna xwe
qelaştiye. Nema tu kes vê kulê bikewîne.
Ez ne nexweşekî bi wî rengî me ku
xelk û alem li ser min bigirîn, an jî ji bo çareseriya min vir de wê de
bibezin.
Ez ne nexweşekî mîna hemû nexweşan
im. Ne nalînên min mîna nalînên xelkê bi deng û awaz in, ne birînên min mîna
birînan bi xwîn in. Mîna findeka zirav, hêdî hêdî bi agirê xwe dihelim. Ji aliyekê ve bi tayê
dilê xwe, xwe dişewitînim, ji aliyekê ve jî bi ser birînên xwe ve dihelim û xwe
dikewînim. Erê ez sebebê serê xwe me.
Barê dilê min, bûye agir û pêt û
bi ser çermê laşê min de diherike. Ji aliyekê ve min dişewitîne, ji aliyekê dî ve
jî min dikewîne. Dermanê min di derdê min de veşartî ye.
Ez nexweşekî bi destê xwe me.
Carna rê li malikên dilê min teng dibe. Tu dibêjî qey nema êdî baskên jiyana
min li ezmanê dinyayê bigerin. Lê carnan jî te hew dît ku aramî li ser dilê min
bû mêhvan û çermê laşê min nerm bû. Bi rastî ji bo vê jî hinek tiştên piçûk
besî min in.
Gava zarokek, li destê diya xwe
dibeşişe, gava çivîkek, li serê darekê
bi dil dike çîk çîk, gava kulîlkek li ser çiqilê darekê pelên xwe ji bo jiyanê
vedike, ez jî ji nû ve li ser koka xwe şîn dibim. Xewnên min dixemilin. Bêhna
biharê li bedena min belav dibe. Birînên dilê min, yek bi yek dikewin.
Ez birçiyê rengên biharê me. Hemû
pêlên jiyana min li ber qiraxê hêvîyên biharî geş bûne. Hemû tovên dilê min, ji
bo ku ji nû ve şîn werin, li kulmek axa biharê digerin.
Ez derwêşek im û li xewnên xwe
digerim.
Di rûpelekî dîrokê de min xewnên
xwe kirine goriyê hestên germ. Ji wê rojê û heta vê gavê ez li xeweka şêrîn û
xewnên bêgirîn digerim. Ji bo ku ez hema piçekî bêhna xewnên xwe bikim, roj bi
roj, şev bi şev, gav bi gav li ser rûyê jiyanê digerim.
Na, na. Ez ji bo vê yekê ne
gilîkar im. Heger dîsa be, ezê dîsa ji bo hestên germ, ji boyî hêvîyên pîroz,
hemû sermîyanê xwe bikim gorî. Lê divê ez vê jî veneşêrim ku gelekî malikên
dilê min diêşin.
Ez, di tarîgewrka jiyanê de, bi
destpelîngî dimeşim. Nizanim bi ku de diçim. Lê dizanim ku li çi digerim.
Ez derwêşekî jiyanê me. Gav bi
gav, bajar bi bajar, qonax bi qonax digerim, bi hêvîya ku şkestekên jiyaneka bi rûmet bibînim.
Hestên min di gewriya min de asê
mane. Bi salan e ku ez germahîya hestên xwe bes di dilê xwe de dibihîzim. Ji
ber vê yekê ye ku ez di hemû demsalan de li hêlîneka pîroz digerim, da ku barê
dilê xwe li nav perrên wê vala bikim.
Ez nêçîrvanekê bêrext û bêçek im.
Bê tîr û bê kevan im. Li deşt û newalan, li ser zinar û çiyayan bi lingên
qelişî bi vir de û wê de dibezim. Rayên dilê min yek bi yek bûne kevan û hestên hezarsalî jî di destên min de
bûne tîr. Ez, bi tena serê xwe li nêçîra xwe digerim.
Heger rojekê bêyî ku bigihêm
mirada xwe, jiyan belgê xwe ji min bistîne, heger rojekê xewnên min biçilmisin,
ezê hestên xwe li nav dilê xwe bipêçim û bi bal rêya pîroz ve li ba bikim.
Belkî roja herî giran ji min re bibin barê sivik. Da ku bi hêsanî ji striyan
derbas bibim.
Belkî derîyekî rehmê li min vebe,
da ez bikarim parêzvaniya xwe bikim. Bi serbilindî û bi rûmetî.
* Di Kovara Nûbihar'ê, jimar a:138'ê de hatiye weşandin.
Hiç yorum yok:
Yorum Gönder