25 Ağustos 2017 Cuma

Bêhna Biharê *

Ez rêwengîyekî bêcîh û bêwar im. Bajar bi bajar, qonax bi qonax digerim. Lê nikarim li tu cîhan bêhna xwe berdim.

Ez nexweşekî bêderman im. Li ser hemû hekîm û zanayan, li ser hemû pîremêr û pîrejinan ji bo dilopek ava şîfayê digerim.

Ez birîndarê  bi derba xwe me. Êvarekê, di bin tava heyvê de, bi gelek hestên germ û bi dilekî bitebat, min bi destê xwe birîna xwe qelaştiye. Nema tu kes vê kulê bikewîne.

Ez ne nexweşekî bi wî rengî me ku xelk û alem li ser min bigirîn, an jî ji bo çareseriya min vir de wê de bibezin.

Ez ne nexweşekî mîna hemû nexweşan im. Ne nalînên min mîna nalînên xelkê bi deng û awaz in, ne birînên min mîna birînan bi xwîn in. Mîna findeka zirav, hêdî hêdî  bi agirê xwe dihelim. Ji aliyekê ve bi tayê dilê xwe, xwe dişewitînim, ji aliyekê ve jî bi ser birînên xwe ve dihelim û xwe dikewînim. Erê ez sebebê serê xwe me.

Barê dilê min, bûye agir û pêt û bi ser çermê laşê min de diherike. Ji aliyekê ve min dişewitîne, ji aliyekê dî ve jî min dikewîne. Dermanê min di derdê min de veşartî ye.

Ez nexweşekî bi destê xwe me. Carna rê li malikên dilê min teng dibe. Tu dibêjî qey nema êdî baskên jiyana min li ezmanê dinyayê bigerin. Lê carnan jî te hew dît ku aramî li ser dilê min bû mêhvan û çermê laşê min nerm bû. Bi rastî ji bo vê jî hinek tiştên piçûk besî min in.

Gava zarokek, li destê diya xwe dibeşişe,  gava çivîkek, li serê darekê bi dil dike çîk çîk, gava kulîlkek li ser çiqilê darekê pelên xwe ji bo jiyanê vedike, ez jî ji nû ve li ser koka xwe şîn dibim. Xewnên min dixemilin. Bêhna biharê li bedena min belav dibe. Birînên dilê min, yek bi yek dikewin.

Ez birçiyê rengên biharê me. Hemû pêlên jiyana min li ber qiraxê hêvîyên biharî geş bûne. Hemû tovên dilê min, ji bo ku ji nû ve şîn werin, li kulmek axa biharê digerin.

Ez derwêşek im û li xewnên xwe digerim.

Di rûpelekî dîrokê de min xewnên xwe kirine goriyê hestên germ. Ji wê rojê û heta vê gavê ez li xeweka şêrîn û xewnên bêgirîn digerim. Ji bo ku ez hema piçekî bêhna xewnên xwe bikim, roj bi roj, şev bi şev, gav bi gav li ser rûyê jiyanê digerim.

Na, na. Ez ji bo vê yekê ne gilîkar im. Heger dîsa be, ezê dîsa ji bo hestên germ, ji boyî hêvîyên pîroz, hemû sermîyanê xwe bikim gorî. Lê divê ez vê jî veneşêrim ku gelekî malikên dilê min diêşin.
Ez, di tarîgewrka jiyanê de, bi destpelîngî dimeşim. Nizanim bi ku de diçim. Lê dizanim ku li çi digerim.

Ez derwêşekî jiyanê me. Gav bi gav, bajar bi bajar, qonax bi qonax digerim, bi hêvîya ku  şkestekên jiyaneka bi rûmet bibînim.

Hestên min di gewriya min de asê mane. Bi salan e ku ez germahîya hestên xwe bes di dilê xwe de dibihîzim. Ji ber vê yekê ye ku ez di hemû demsalan de li hêlîneka pîroz digerim, da ku barê dilê xwe li nav perrên wê vala bikim.

Ez nêçîrvanekê bêrext û bêçek im. Bê tîr û bê kevan im. Li deşt û newalan, li ser zinar û çiyayan bi lingên qelişî bi vir de û wê de dibezim. Rayên dilê min yek bi yek bûne  kevan û hestên hezarsalî jî di destên min de bûne tîr. Ez, bi tena serê xwe li nêçîra xwe digerim.

Heger rojekê bêyî ku bigihêm mirada xwe, jiyan belgê xwe ji min bistîne, heger rojekê xewnên min biçilmisin, ezê hestên xwe li nav dilê xwe bipêçim û bi bal rêya pîroz ve li ba bikim. Belkî roja herî giran ji min re bibin barê sivik. Da ku bi hêsanî ji striyan derbas bibim.

Belkî derîyekî rehmê li min vebe, da ez bikarim parêzvaniya xwe bikim. Bi serbilindî û bi rûmetî.


* Di Kovara Nûbihar'ê, jimar a:138'ê de hatiye weşandin.