9 Şubat 2015 Pazartesi

Xwezî

Divê ez Piştî ba û bageran, piştî êş û eleman, ji dilekê birîndar, ligel keserên hezarsalî dest bi xweziyên xwe bikim.
     Xwezî per û baskên min hebûna, de min bikarîba ez dîsa li zarokatiya xwe vegerim. Xwezî ez her dem zarok bimama. Dilê min mîna  dilê zarokekî bima.
     Xewnên min, şer û pevçûnên min zarokî biman.
     Mîna zarokekê bê xem, bê tirsî û bê astengî li kolanê jiyanê bibeziyam. Mîna rojên berê li pey xeyalên xwe, bajar bi bajar bigeriyam.
     Xwezî min bikarîba li rojên berê vegerim. Xwezî bi wan camêriyên berê. Xwezî bi wan hevaltiyên berê.
     Carê, di dilê min de bi sedan kevok difirîn. Li gelek cih û waran digeriyan û bi gelek xweşiyên hemû welatan  ve li dilêmin divegerîyan. Xwezî min kevokên dilê  xwe, ne avêtiban ber devê gur û roviyan. Wê çaxê, belkî îro jî, min bikarîba bêhna hemû xweşiyên dinyayê bikim.
     Carê, di dilê min de bi sedan karxezal dibezîn.  Hemû malikên dilê min, bûbun malên karxezalan. Xwezî min karxezalên dilê xwe, ewqas bi erzanî nefirotiban.
     Gotineka pêşiyan heye. Dibêjin; “dara xweziya şîn nabe.” Bi rastî ev gotin çiqasî rastbe jî, lê gelek caran xwezî, arîkarê didin bedena meya westayî. Dibin arîkar ji boyî ku em bêhna xwe vekin.
     Dizanim ku dara hêviya, şîn nabe bi xweziya. Lê, bê xwezîyan hêviyên me mezin nabin. Bê hêviyan jî jiyan nameşe. Jiyan bê hêvî, hêvî jî bê xwezî nabe.
     Mirov gelek caran dikeve nav xeyalan. Bi keser û axînan xwe hewceyê dara xwezîyan dike. Gelek caran mirov liber kevîyên tengasiyan, gavên derbasbûyîn li bîra xwe tîne. Wê çaxê, ligel keseran xweziyên xwe tîne ziman.
     Gelek caran mirov dive ku xwezî şîn bibin û jiyaneka bi rûmet, jiyaneka bi kêf û şahî diyarî mirovî bibe.
     Xwezî, ne poşmanî tenê ye.Carnan bêrîkirin e, carnan hewldaneka piçûka ber bi ferehiyê ve ye.
     Ez jî dema ku li kolanên metropolan rastî tenêtîya xwe têm, ne bi dilekî tenê, bi hezar dilan dest bi xweziyan dikim.
     Xwezî ez li ser hemû kanîyên jiyanê bisekinîyam û min dil û hinavê xwe hênik bikiran. Xwezî min hêdî hêdî û bi hostayî  kezîyên jiyaneka bi rûmet bihûnandan.
     Belkî wê çaxê jiyan ji nûve bixemiliya. Belkî per û baskên biheştî bi milên min ve çêbûban. Belkî xewnên hezarsalî, gav bi gav biketan nav rûpelên jiyanê de.
     Dinya bi rengê xweyê xwemalî gelekî xweş û rind bû. Bi gul û gulşenên xwe gelekî navdar bû. Lê mixabin hemû gul û sosinên dinyayê li me qermiçîn. Gava jiyan hat hindama me, hemû şalûl û bilbilên bexçeyan ji ziman ketin. Em ji hemû rengê biharî dûr ketin. Her gava ku derbas dibe, em bêhtir bêrîya taveheyvê dikin.
     Kul û keserên şexsî jî, yên civakî ji li ser pişta hev bilind dibin. Xweziyên me yên şexsî û yên civakî bi hev ve girêdayîne. Her roja ku diçe, xweziyên nû li ser singa jiyana me mezin dibin. Em mecbûrin ku  xweziyên xwe jî, mîna hêvîyên xwe dermale bikin. Ji ber vê yekê, ji alîyekî ve em hêvîyên xwe tûjdikin, ji aliyê dîve jî xweziyên xwe bibîrtînin û bilêvdikin.
     Xwezî gul û beybûnên me jî, mîna gul û beybûnên hemû kesî geş û serbilind bimana. Xwezî di kolanê dilê me de evqas nalîn û qêrîn mezin nebûna.
     Gav bi gav, roj bi roj, dinya bêhna xwe ya xwemalî winda dike. Xwezî me jî bikarîba tama jiyaneka bi rûmet dîyarî pêşerojê bikiriba.
     Xwezî hêviyên me bi sibeheka nûranî re, bi refên kevokan re, bi keriyên karxezalan re bi ser me ve bihatan.
     Xwezî, xweziyên me bûban şahîyên me.
     Piştî ba û bageran, piştî êş û eleman. Piştî kovanên hezarsalî.