13 Şubat 2014 Perşembe

Çîroka Barê Mirovahîyê

Ezê niha çîrokekê ji we re bêjim. Eve çend rojin ev çîrok tê gotin. Kesê ku vê çîrokê dibihîze, dil û hinav lê diperitin. Hêstirên ziwa ji çavan dibarin.
     Dibêjin ku, bavekî, ji serê çiyayekî, termê berxê ber dilê xwe, termê delalê xwe, xistîye telîsekî û dinava berf û sermayê de gihandîye bajêr.
     Tê gotin ku dema bavê lawik bi nexweşîya wî hesîya, bi lez û bez kara xwe kir ku wî bighîne ser hekîman. Lê mixabin rê ji berfê hatibû girtin. Ji mezrê hawara xwe gihand nava gund û gundîyan jî xebera bajêr pê êxist. Lê mixabin tu kes bi wan ve nehat. Rewşa zarokî gelek xeter bû.
     Ew laşê nazikê mîna laşê berxekî, te digo qey agir pê ketîye. Dibêjin ku bavê neçar piştî gelek çuyîn û hatinan, nexweşê xwe himbêz kir. Li rewşa lawik nêrî û li bêmeferîya xwe fikirî.
     Kesekî bi halê wî ne dizanî lê ji bêmeferîyê gellekî liberxwe diket. Bi dengekî nizm û kûr dinalî û digot:
     “Çavê min! Berxê min!Mixabin ev şeva reş û tarî bûye hejarîya min. Bûye bêxwedîtîya min. Bûye nezanîya min. Êşa ketî nava dil û mêlakên te, bûye bêkesî û biser min de dibare.
     Ka were çavên teyên ku birengê biharêne, biramûsim. Belkî êşa ketî nava hinavê teyê nazik û delal, hêdî hêdî xwe berde nava hinavê minde. Belkî, ez bi êşa malik wêran re bikarim şerê xwe bikim. Ji bilî vê tiştek ji destê min naye. Hemû rê û rêbar li ber min hatine girtin. Di vê sir û seqemê de, di bin vê berfê de, nikarim tu çareyan bibînim.
     Hemû dergeh li ber min hatine girtin. Erd û ezman li min hatine xezebê. Mame tenê li serê van çol û çiyan. Mame tenê di vê dinya mal xirab de. Tu kes nemaye ku arikarîyê bide min.
     Tu dibêjî qey, mirov hemû ketine xemara mirinê. Tu dibêjî qey, tofan li hemû mirovahîyê rabû ye. Ez mame tenê liserê vî çîyayê xopan.
     Berxê min! Şêrînê dilê bavê xwe!
     Qisûra min efû ke. Li bavê xwe bibûre. Ez, neçar mame. Bi tenê mame. Bê xwedî mame. Dizanim ku hêdî hêdî desten te sist dibin. Agirê ku di hinavê tede digere, hêdî hêdî te ji min dûr dike.
     Ez, ango mêrê bi sed mêran. Şêrê serê van çîyan. Ango bavê te. Îro bûme pepûkek û mame di nava berfa malikwêran de.
     Ji te webû ku ez qehremanekê binavûdeng im. Lê vaye ez nikarim vê êşa ketî nava laşe teyê nazik de, çareser bikim. Vaye ez nikarim te ji vê hêlê bibim hêla dî.
     Dendikê dile min! Di vê seqemê de ev çi agire bi hinavê te ketî. Xwezî min bizanîba ka çend tenûr di dilê te de dadayî ne. Xwezî min bikarîba aveka cemidî bi ser dil û hinavên tede bikira.
     Delalê dilê min! Xwezî bask bi min ve çêbûban, de ez bifirîyam û min tu li ser hekîman bigerandîyayî. Belkî çareyek ji vê germîya laşê te re bihata dîtin.
     Hinavên min diperitin. Kes bi agirê ku di dilê min de geşbûye nizane. Kes axîna dile min nabihîze. Ne kesek guhê xwe dide qêrîna min, ne kesek bi hewara min ve tê.
     Îro, ne belengazîya min tenê, belengazîya bav û kalan, belengazîya sedsalan bi ser mede dibare. Ev ne neçarîya min tenê ye. Ev ne barê min tenê ye. Lê çawa bikim, ez îro di bin vî barî de helîyam. Xwedê vê êşê nede tukesî.
     Min nizanîbû ez evqasî pepûk im. Min nizanîbû ez evqasî bê derfet im.
     Bedena teya nazik û delal ji agir û pêta ku di dile te de geşbûyî hêdî hêdî xalî dibe. Çiqas bi êş û jan jî bû, lê dîsa jî ez razî bûm bi wê germahiya laşê te. Lê vaye hêdî hêdî laşê te dicemide. Mirina mal xirab deste teyê nazik ji destê min dikêşe. Ka ezê çi bikim li serê vî çiyayî.”
     Gelî guhdaran! Wek min gotî ev çîrokek e. Mina hemû çîrokên Kurdistanê bi êş e, bi şewat e û bi belengazî ye. Bexwedîtîya malikwêran e.
     Belê ev çîrokek e û çîroka me digel hemû êş û jana xwe, digel hemû dijwarîya xwe dewam dike.
     Tê gotin ku hêdî hêdî laşê lawikî cemidî. Çavê wi hatin girtin û rihê xwe teslîm kir. Hê jî tukes bi wan ve nehatibû. Divî bu ku termê lawikî bibiran bajêr û biheq bikirana. Lê tu derfet nebûn kû wî termî lê bar bikin. Mecbur man û rabûn termê lawikî xistin nava telîsekî de. Telîsê ku bûye darbest jî, dor bi dor li pişta xwe kirin û bere xwe dan bajêr.
     Dema dora bar giha bav ê dilşewat, dîsa dilê xwe bi halê xwe şewitand. Çavên wi şil bûn û hêdî hêdî di ber xwede dest bi nalînên xwe kir:
     “Berxê min! Vaye min nekarî ez te di nava dil û hinavên xwede bipêçim û bigihînim ser hekîman. Ez ji te fedî dikim, izra xwe ji te dixwazim. Hêvîdarim kû tu limin ne girî.
     Min digot qey ezê li nava zevîyan, li nava mêrgên zozanan te bidim pişta xwe û bigerînim. Min digot qey ezê bi hatina biharê re, ji tere cilên bajarî bînim. Ma min ji ku dizanî ku ezê termê te bêxim nava telîsekî û te li pişta xwe bikim.
     Berxê min! Li vî welatî zarok zû mezin dibin. Zû dibin malxwê malê. Zû dibin berpirsyar. Gellek bi hêsanî dibin cangorî û diçin ser rêya xwe. Lê ya ji mirinê girantir eve ku ez îro delalê xwe di nava telîsekî de dibim û diçim. Xwedê berxê ber dilê tu kesî neke barê di telîsî de.
     Delalê dilan! Ji xwe hinavên min diperitin, ji xwe ez di helim û bi vê erdê ve diçim. Ez dibextê tede me, ew çavên teyî neynikzêrîn newin ber çavên min. Tirsa min ewe ku ez nikaribin ji bin vî barî derkevim. Tirsa min ewe ku ez bi vê kulê bikevim erdê.
     Ma ne şerm e ku ez liber çavên hemû rûreşan zeîf derkevim. Ma ne şerm e ku ez berxê dilê xwe bi mêranî bi rê neêxim. Îro roj roja mêranîyê ye. Tirsa min ne ji berfê ye. Ne ji rêya dûr û girtî ye. Tirsamin ji wêye ku ez di bin vî barî de zeîf bikevim.
     Dizanim ku ev bar, ne barê min tenê ye. Barê hemû mirovahîyê ye. Lê mixabin mirovahî bêfedî ye. Bê wijdan e.
     Divê bavê te vî barî nehêle li erdê. De ka şêrînê min. Barê herî giran û barê herî nazik.
     Berxê min. Çavê min. Bêkesî û bêmeferîya min. ”