15 Ekim 2013 Salı

De Bêje

 Dengbêjê dilêmin. De bêje!
     Mîna bilbilekî ji gulistana xwe dûr ketî, bike hewar û gazî. Dûv re jî, strana xwe ya xerîbîyê binehwirîne.
     De bêje!
     Çîroka bindestîyan û serhildanan, çîroka kemînan û bêbextîyan bêje. Behsa  tenêtîyeka bi xem û xiyal, behsa şikestina hêvîyên  bi rûmet bike. Behsa dayîkên çav li rê, behsa birînên xweşmêran, evînên dilbikulan, destanên kurên camêran bike.
     De bêje!
     Ka ez û tu, xewn û hêvî, dayik û zarok, dil û dilgeşî çawa ji hev dûr ketin. Welatên xerîb û xurbetê çawa  hêviyên me ber bi hewa kirin. Çawa em kirin nav lepên jiyaneka  bê mefer de.
     Me çawa bi destên xwe, xwe  êxist nav gengeşîyên bê dawî de.
     Ez êdî nikarim pir dirêj bêjim. Dev û lêvên min ziwa bûne ji gotinê. Êşeka kûr  û zirav xwe nîşan dide li ser dilê min. Gotinên bê kar ez ji halê xwe êxistime. Nema êdî bi gotinên min, erd bilerize. Nema êdî ji tirsa gotinên min gur û rovî birevin.
     De Tu bêje!
     Dibe kû gotina te bandorekî  li vê rewşa malxirab bike. Qurtek ava cemidî biser dile min de bike. Dibe ku êşa linav hinavên min digere, bitebite. Dibe ku bi gotina te, laşe min nerm bibe. Serê min ji êş û  janên sedsalî xalî bibe.
     De bêje dilê min!
     Ez nikarim ji nû ve ta bi derziyêve bikim. Ez nikarim ji nû ve çîrokên qehremanan bêjim. Hêvî dikim ku êdî tu hênik bikî dil û hinavên min. Dengê te yê zîz, bibe mîna bayê biharê û bi ser laşê minde biherike.
     Ez ne dengbêjekî bihûner im. Ez ne helbestvanekî jêhatî me. Nikarim çîrokên hemû demsalan lihev bînim. Nikarim ji aş û bajar gotinan bidim hev. Hêviya min, hêvîya hemû dilşikestîyan, zar û zimanê te ye. Ketime bextê te. Tû vî barî li erdê nehêlî.
     Dilê min! Roniya Çavên min. Bendewariya hezarsalî!
     De hewl bide. Hêdî hêdî dest bi strana xwe bike. Dizanim ku tê bikarî bêmeferiya me, bêsiûdiya me bînî ziman. Dizanim ku tê bikarî me ji  vê xewa sedsalan şîyar bikî.
     Te gelek caran dîtiye ku pîremêran û pîrejinan stranên xweşmêriyê, stranên têkçûn û jihevketinê gotine.Te gelek caran bi zarê xwe yê şêrîn di nîvê şevên zivistanê de, di tarîtîya şev û zemanî de deste xwe birine ber guhê xwe û ji serî heta binî xewn û xiyalên me nehwirandine. Gelek caran em bi xêra dengê teyê zêrînî ji taya mirinê berbi jiyaneka nû ve bûne.
     De carek dî dile me şad bike. Rûyê me geş bike. Bila ava serfirazî û jêhatinê xwe bi çokên mede berde. Bila carek dî xwîna germ di rayên laşe mede, bi lez û bez bigere.
     Ez, ji te piştrastim. Hevî dikim, rica dikim ku tû jî ji xwe bawer bî, ji xwe piştrast bî.
     Dilê min, hêvîya min, xewna min, tenêtîya min! De dîsa binalîne per û baskên şevê bi denge xwe yê bilbilî û çîroka me bêje.
     Dixwazim dîsa ji nû ve şîn bidim û biherikim li ser rûyê jiyanê.
     De dîsa dest pê bike û bêje: “ carek ji caran, Rehmet li dê û bavên hazir û guhdaran”.